Wezîrê Derve yê Rûsya li gel şandeke ENKSê dicive

Îro şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) û desteya danûstendinan a Opozisyona Sûryê, li gel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dicive.

26 Cotmeh 2018 - 05:07
26 Cotmeh 2018 - 05:07
 0
Wezîrê Derve yê Rûsya li gel şandeke ENKSê dicive

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê li gel Desteya Danûstendinan a Opozisyona Sûryê li Mosko ye û biryar e li gel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bicive.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku îro wê civîn di navbera herdu aliyan de bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsî, herdu alî wê behsa pêşxistina piroseya siyasî ji bo bidawîkirina kirîza Sûryê û awayê çarekirina wê kirîzê bikin. Herwiha wê behsa pêkanîna Komîteya Danîna Destûra nû ya Sûryê bikin, ku niha şanderê navdewletî ji bo Sûrya Staffan De Mistura kar li ser amadekirina wê dike.

Ev nûçe bi tevahî 1330 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:23