Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Iraqê kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel şandeke bilind a welatê xwe gihîşt Iraqê û dê bi her sê serokatiyên Iraqê re bicive. Ji Duşemê ve civînên wî dest pê dikin û tê çaverêkirin, lihevkirin di navbera Bexda-Moskowê de bê îmzekirin.

6 Sibat 2023 - 04:32
6 Sibat 2023 - 04:32
 0
Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Iraqê kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf roja Yekşemê 5ê Sibatê ji Rûdawê re ragihand, "îşev Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdanekê digihe Iraqê û şanda pê re ji kesên dîplomat, nûnerên kompanyayên petrol û gazê û hilberîneran pêk tê."

Sehaf got, "karê sereke yê Wezareta Derve ya Iraqê vekirina deriyê Iraqê di rûyê hemû dostan de û bihêzkirina peywendiyan ligel welatên derdorê ye."

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, Lavrov sibe Duşemê çalakiyên xwe li Bexdayê destpê dike û dê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Hisên re jî bicive.

Ev nûçe bi tevahî 874 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:14:39