Li Mêrdînê polîsan li ciwanekî xistin
Li navçeya Artukluya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn polîsan li ciwanekî dan.

Li ser sosyal medyayê, roja 5ê Sibata 2023ê dîmenên ku 3 polîs li ciwanekî didin hat belavkirin. Hat îdiakirin, dîmen 25ê Çileya 2023ê li Kolana Vali Ozan a navçeya Artuklu ya Mêrdînê hatine kişandin.
Di dîmenan de diyar dibe ku 3 polîs li ser serê ciwanekî kom bûne û bi dest û pêyan lê didin.
Lê nehat zanîn navê wî ciwanî çiye û polîs ji ber çi lê didin.
Heta niha derbarê bûyerê de Rêveberiya Ewlekariya Mêrdînê daxuyanî nedaye.
Parzêgariya Mêrdînê: Lêpirsîn hat destpêkirin
Piştî belavbûna dîmenên tundiya polîsan li beramber ciwanekî ku tê gotin, li navçeya Artukluyê bûye, Parêzgariya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê de tê gotin: “Têkildarî dîmenên vîdyoyî ku li ser hin hesabên medyayên civakî û saziyên çapemeniyê yên derbarê bûyera hin polîsên li Kolana Vali Ozan a navçeya Artukluyê hatin weşandin; derbarê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.”
Nûvekirina herî dawî: 20:51:00