Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê li Endonezyayê civiyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di çarçoveya 56emîn Civîna Wezîrên Derve ya Yekîtiya Neteweyên Asya Başûr-Rojhilat (ASEAN) de li paytexta Endonezya Cakartayê ligel Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony Blinken hevdîtinek kir.

14 Tîrmeh 2023 - 09:24
14 Tîrmeh 2023 - 09:24
 0
Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê li Endonezyayê civiyan

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê îro Înê 14ê Temûza 2023an li Cakartaya paytexta Endonezyayê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony Blinken civiyan.

Hat ragihandin di hevdîtinê de şopandina biryarên Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê û pêşveçûnên dawî yên li Efxanistanê hatine gotûbêjkirin.

Di 11 û 12ê Temûzê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan beşdarî Lûtkeya NATOyê bû û bi şertê ku piştgirî bo endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê bê dayîn bo endamtiya NATO ya Swêdê glopa kesk pêxistibû.

Ev nûçe bi tevahî 620 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:07