Xarpêt: Rêveberê dibistanê ji ber destdirêjiya ser 9 xwendekaran hat girtin

Li parêzgeha Xarpetê rêveberê dibistaneke amadehiyê bi tohmeta ku destdirêjî li 9 xwendekarên keç kiriye hat girtin.

20 Avrêl 2024 - 06:35
20 Avrêl 2024 - 06:35
 0
Xarpêt: Rêveberê dibistanê ji ber destdirêjiya ser 9 xwendekaran hat girtin

Bûyer li dibistaneke navenda bajarê Xarpetê çêbû.

Li gorî zanyariyan zarokeke keç a xwendekar bi rêya sîstema onlineyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê (CÎMER) gilî kiriye ku rêveberê dibistana wê yê bi navê G.C. destdirêjî li wê kiriye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û bi bihîstina bûyerê 7 xwendekarên din jî gilî kir û wan got ku rêveberê dibistanê bi heman awayî destdirêjî wan jî kiriye.

Rêveberê dibistanê piştî giliyê 7 xwendekarên din ên keç hatibû desteserkirin û bi mercê kontrola dadî careke din hatibû berdan.

Di demekê de ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dikir xwendekareke din a keç jî bi heman awayî gilî kir ku rûbirûyê destdirêjiya G.C. bûye.

G.C. ji bo wergirtina îfadeyê carek din ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û polîsan ew bir dadgehê.

Yekemîn Dadgeha Cezayan a Xarpetê biryar da ku rêveberê dibistanê bi tohmeta destdirêjiya ser 9 xwendekarên keç bê girtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 418 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:57:43