Xarpêt: Leşkerekî hevjîna xwe kuşt

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, çawîşekî pispor hevjîna xwe ya fîzyoterapîst kuşt.

8 Sibat 2024 - 09:33
8 Sibat 2024 - 09:33
 0
Xarpêt: Leşkerekî hevjîna xwe kuşt

Li Taxa Olgunlarê ya Xarpêtê, di navbera çawîşê pispor M.C. û hevjîna wî Burcu Demîra 32 salî de ku li nexweşxaneyê fîzyoterapîst bû nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de M.C. bi demançeyê êrişî hevjîna xwe Burcu Demîrê kir û ew kuşt û piştre ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Demîrê ji bo karên otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina M.C. dest bi xebatê kir.

Ev nûçe bi tevahî 935 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:29:31