YPG'ê li gel Moskowê hevdîtin pêk anîn

Hat ragihandin ku berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê bi rayedarên Rûsî re civînek lidarxistine.

10 Cotmeh 2017 - 05:09
10 Cotmeh 2017 - 05:09
 0
YPG'ê li gel  Moskowê hevdîtin pêk anîn

Yek ji rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rezan Hîddo ji Sputnikê re ragihand ku şandeyeke YPGê hefteya borî serdana Moskowê kiriye û mijarên têkoşîna li dijî terorîzmê û çareseriya siyasî gotûbêjkirine.

Li gorî medyaya Rûsyayê Rezan Hîddo gotiye: “Şandeke ku ji Rêveberiya Yekîneya Parastin a Gel li ser vexwendina rayedarên Rûsyayê serdana Moskowê kirin û hewldanên çareseriya krîza Sûriyeyê bi rayedarên rûsî re gotûbêj kirine.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Rezan Hîddo destnîşna dike ku mijara hevdîtinê li ser têkoşîna li dijî terorîzmê serkeftî bûye û di hema demê de jî wa girîngiya pêvajoya siyasî û xebatên hewldanên çareseriyê bi grîngî nirxandine.

Hîddi herwiha dibêje divê pêvajoya li Sûriyê bi operasyonên leşkerî dewam bike.

Ev nûçe bi tevahî 1591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:50:48