Zaxarova: Em ji zêdebûna aloziyên leşkerî li Herêma Kurdistanê nîgeran in

Wezareta Derve ya Rûsyayê ji zêdebûna aloziyên leşkerî li Herêma Kurdistanê nîgeran e û ji mûşekên ku ber bi Herêmê ve hatine avêtin jî agahdar e.

24 Mijdar 2022 - 10:13
24 Mijdar 2022 - 10:13
 0
Zaxarova: Em ji zêdebûna aloziyên leşkerî li Herêma Kurdistanê nîgeran in

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di bersiva pirseke K24ê de derbarê bombebarana Îranê li ser deverên sivîl ên Herêma Kurdistanê û şehîdkirin û birîndarkirina û welatiyên sivîl de got: “Rûsya ji zêdebûna rageşiya leşkerî ya li ser axa Herêma Kurdistana Iraqê nîgeran e.”

Zaxarova ji peyamnêrê K24ê re got: “Ev rewş dibe sedema zêdebûna aloziyan li ser sînorên Iraq û Îranê û navçeyê bi giştî, ev jî ji encama siyaseta berfirehxwazî ya Amerîka li navçeyê ye, ji ber ku hêzên Amerîkî di sala 2003’an de bi binpêkirina yasaya navdewletî, êrîşî Iraqê kirin û dagîr kirin. Ev yek jî bû sedema derketina girûp û şaneyên terorîst li welat.” Got jî: “Ev grûp sûdê ji rewşê dibînin, da ku tevliheviyê derxînin.”

Zaxarova derbarê êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê de got: “Em ji êrîşên mûşekî yên Îranê li ser baregehên partiyên opozîsyona Îranê agahdar in.”

Derbarê bombebaranên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê got: “Em ji rewşa bakurê Sûriyê nîgeran in û divê aliyên şer vegerin diyalogê.”

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:55:21