38 sal di ser Enfala Germiyan û Çemçemalê derbas dibin

Îro 14ê Nîsana 2026an, 38 sal di ser operasyona qirkirinê ya "Anfalê" re derbas dibin, ku li herêmên Germiyan û Çemçemalê li dijî gelê Kurd hatibû destpêkirin, derbas bûn.

14 Avrêl 2026 - 10:01
14 Avrêl 2026 - 10:01
 0
38 sal di ser Enfala Germiyan û Çemçemalê derbas dibin

Rejîma Beis a hilweşiyayî, di nîveka duyemîn a salên 80yî de hemû rêyên jenosîd, qirkirina nijadî, anfal û kîmyabaranê li dijî gelê Kurd bi kar anîn. Sûcê qurbaniyan tenê nasnameya wan a Kurdî bû. Yek ji qonaxên herî biêş û hov, qonaxa sêyemîn a karesata Anfalê bû ku herêmên Germiyan û Çemçemalê kiribû armanc.

Di vê karesata mezin de, bi dehhezaran jin, zarok û kalûpîrên bêgunah ji warê xwe hatin dûrxistin û li çolên hişk û germ ên başûrê Iraqê bi saxî hatin binaxkirin. Di encama vê pêngava hov a rejîma wê demê ya Iraqê de, bi hezaran gund hatin wêrankirin, gelek herêmên Kurdistanê hatin kîmyabarankirin û xelkê wan bi darê zorê hatin koçberkirin.

Pêvajoya Anfalê ji 8 qonaxên cuda pêk hat. Ev jenosîda ku di sala 1986an de dest pê kiribû, heta sala 1989an berdewam kir. Di vê maweya reş de, zêdetirî 180 hezar Kurdên bêgunah, bêyî ku cudahî bixin navbera temen û zayendê, hatin qirkirin an jî hatin windakirin.

Aliyê siyasî û leşkerî yê vê pêngava qirkirinê ji aliyê pismamê Saddam Huseyn, Elî Hesen Mecîd (ku wekî Elî Kîmyewî tê naskirin) û Wezîrê Berevaniyê yê wê demê Sultan Haşim ve dihat birêvebirin. Ev sûcê mirovahiyê bi rêya feyleqên Kerkûk û Hewlêrê, Pasewanên Komarî, Ceyşî Şeibî û tîmên çekdar ên kirêkirî hat encamdan.

Piştî hilweşîna rejîmê, Dadgeha Bilind a Sûcan a Iraqê di 24ê Hezîrana 2007an de biryara xwe da. Dadgehê cezayê darvekirinê û zindana heta-hetayê da 5 tawanbarên sereke yên dozê ku di nav wan de Elî Kîmyewî û Sultan Haşim jî hebûn.

Qonaxên Enfalê

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxên pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:40:03