Ahmet Turk: Em rê nadin ku îradeya gel were xespkirin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk tayînkirina qeyûm piştrast kir û got, “Em qet milê xwe danaynin, em destûrê nadin ku îradeya gel were xespkirin.”

4 Mijdar 2024 - 07:19
4 Mijdar 2024 - 07:19
 0
Ahmet Turk: Em rê nadin ku îradeya gel were xespkirin

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.

Polîsan derdora avahiya şaredariyê pêça.

Biryara tayînkirina qeyûm ji Ahmet Turk re hat gotin.

Ahmet Turk bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û got:

“Em qey milê xwe danaynin. Em dê dev ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernadin.

Em rê nadin ku îradeya gel were xespkirin. Bila ev wiha were zanîn!”

 

Ev nûçe bi tevahî 443 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:21:44