Amed - Karesata bîra avê: 4 kes mirin

Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê, 4 kesên ku ji bo paqijkirinê ketibûn bîreke avê, ji ber gaza jeneratorê bi jehrê ketin û mirin.

1 Cotmeh 2025 - 10:40
1 Cotmeh 2025 - 10:40
 0
Amed - Karesata bîra avê: 4 kes mirin

Li gundikê Beybagê yê Çêrmûgê 4 kes ji bo paqijkirinê ketin bîreke avê û ji ber ku demeke dirêj derneketin, xizmên wan agahî da navenda lezgîn a tîmên tenduristiyê .

Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên ku bi pêpelûk û werîsê daketin bîrê, dît ku her 4 kesan jî di binê bîrê de mirine.

Di lêkolîna destpêkê de hat diyarkirin ku Mehmet Karabag (33), Mehmet Emîn Karabag (35), Hanîfî Yeşîlyaprak (38) û Kemal Karabagê 17 salî ji ber gaza karbondîoksîtê ya ku ji jeneratora ji bo valakirina avê bi kar anîne derketiye, bi jehrê ketine.

Xebatên tîman ji bo derxistina cenazeyan ji bîrê didomin.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:18:45