Numan Kurtulmuş: Ji bilî Tirkî ti zimanên din nabin fermî

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku ji bilî zimanê Tirkî ti zimanên din li Tirkiyeyê wekî fermî nayên qebûlkirin û ev mijar nayê gotûbêjkirin.

1 Cotmeh 2025 - 10:43
1 Cotmeh 2025 - 10:43
 0
Numan Kurtulmuş: Ji bilî Tirkî ti zimanên din nabin fermî

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş da zanîn, heta ku "hemû pêkhateyên PKKyê, di nav de yên li Sûriyeyê jî" (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) çekên xwe daneynin, dê sererastkirinên yasayî yên ji bo pêvajoyê neyên kirin.

Numan Kurtulmuş îro dema ku diçû Macaristanê, li ser mijarên girîng ên wekî heyama nû ya parlamentoyê, rojeva Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û pêvajoya çareseriyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Kurtulmuş diyar kir ku xala krîtîk a pêvajoyê daxuyaniya Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo xwefesixkirina PKKyê û piştre jî şewitandina sembolîk a çekan li Silêmaniyê bû û got:

“Pêwîst e ku ev pêşhat bidomin û radestkirina çekan bi awayekî pêk bê ku raya giştî ya Tirkiyeyê qanih bibe.

Her wiha, wekî ku di daxuyaniya Îmraliyê de jî hat gotin, şert e ku endamên rêxistina terorê bi hemû pêkhateyên xwe ve, di nav de Sûriye jî, ragihînin ku ew guh didin vê bangê.

Piştî ku ev rewş ji aliyê yekîneyên ewlehiyê yên welêt ve were destnîşankirin û tomarkirin, welatê me dê bi fermî ji hebûna rêxistina terorê ya bi navê PKKyê xilas bibe.

Ji ber vê yekê, piştî vê qonaxê dê hinek sererastkirinên yasayî pêwîst werin kirin.

Pêvajoyên ku hev temam dikin û berdewam dikin ev in.”

“Kesên ku tevlî sûcên giran bûne”

Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku Parlamentoya Tirkiyeyê dê gavan neavêje heta ku PKK gavan neavêje û anî ziman:

“Helwesteke wiha nîne ku em bibêjin bila Parlamento hemû sererastkirinên yasayî bike û piştre rêxistin gavan biavêje.

Her kes dê erkê ku dikeve ser milan bike.

Piştî ku rêxistin xwe tesfiye bike û ji holê rabe, ji bo endamên rêxistinê yên ku tevlî sûcan nebûne, sererastkirinên yasayî dê hêsantir bin.

Beşa herî dijwar ew e ku dê ji bo kesên ku tevlî sûcên giran bûne û cezayên giran wergirtine çi cure sererastkirinên yasayî bên kirin.

Di vê qonaxê de ez naxwazim tiştekî berbiçav bibêjim.”

Serokê Parlamentoyê li ser pirsa ka dê serdanek ji bo Îmraliyê hebe yan na, da zanîn:

“Îmralî berê jî nêrînên xwe bi rêya Heyeta ku pir caran diçe serdana wî û parêzerên xwe ji bo siyaset û pêvajoyê tîne ziman.

Ev mijar dikare bikeve rojeva komîsyonê û heger bi sê li ser pêncê piraniya dengan were qebûlkirin, dikare bikeve rojevê.

Lê di vê qonaxê de hîn mijareke bi vî rengî nehatiye rojevê.”

“Divê bi rêya zimên siyaseta cihêkar neyê meşandin”

Kurtulmuş li ser mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê jî bal kişand ser gavên ku di dema hikûmetên AK Partiyê de hatine avêtin û got:

“Ji bilî Tirkî qebûlkirina zimanekî din wekî zimanê fermî nayê gotûbêjkirin.

Em ev 30-40 sal in dibêjin ku zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê helal e.

Divê ziman nebe sedema cihêkariyê. Divê bi rêya zimên siyaseta cihêkar neyê meşandin.”

Kurtulmuş behsa pêşhatên li Sûriyeyê û entegrasyona HSDyê jî kir û ragihand ku xeta sor a Tirkiyeyê ji destpêkê ve yekparçebûna axa Sûriyeyê ye û ew naxwazin encameke xerab derkeve û anî ziman:

“Ne komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ye ku biryarê bide ka li qada Sûriyeyê rewş çawa bi pêş dikeve, gelo çek hatine danîn an na, gelo bipêşketinên li qada Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê xetere ne yan na, saziyên ewlehiyê yên dewletê vê biryarê didin.

Em dibêjin, girîng e ku di demeke nêzîk de çavdêrî û tespîtên derbarê qedandina vê pêvajoyê, radestkirina çekan û pêbendbûna pêkhateyên wê yên navxwe û derve bên kirin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:51