Amerîka derbarê YPGê de daxuyaniyek da

Amerîkayê derbarê Artêşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da. Hevpeymanê got “Ji bo ewlehiya sînoran em li ser dixebitin ku ji milîsan hêzeke nû ava bikin. Yekîneyên nû yên ewlehiya sînorî dibe ku ji 30 hezar kesî pêk were.”

14 Çile 2018 - 13:35
14 Çile 2018 - 13:35
 0
Amerîka derbarê YPGê de daxuyaniyek da

Derbarê daxuyaniya YPGê ku ew dê artêşekê nû ava bike, Amerîka got, "Ji bo ewlehiya sînoran em ji milîsan hêzeke nû ava dikin."

Hate diyarkirin ku hêza ku dê bergiriya sînoran bike dê ji 30 hezar kesî pêk were. Artêş dê li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di nava çalakiyan de be.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyeyê roja pênşemê gazî maslahatguzarê Amerîkayê li Enqerayê kiribû. Wezareta Tirkiyeyê li ser avakirina artêşa YPGê ya ku dê li ser sînoran çalak be îtîrazên xwe ji maslahatguzarê Amerîkayê re kiribûn.
.

Ev nûçe bi tevahî 1661 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:20:09