Tirkiyeyê li ser avakirina hêzeke nû ya YPGê daxuyanî da

Enqereyê bertek da hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê, ku gotibû em dê "Hêzên Ewlehiya Sînor" ava bikin. Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin ji bo biryarê got, "Ev gava cihê fikarê ji bo rewakirina PYD-YPGê ye."

14 Çile 2018 - 14:24
14 Çile 2018 - 14:24
 0
Tirkiyeyê li ser avakirina hêzeke nû ya YPGê daxuyanî da

Berdevkê Serokomariyê Kalin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbirî ku agahiya "Hewl tê dayîn bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re Hêza Ewlehî ya Sînorê Sûriyeyê were avakirin û armanca perwerdekirinê" hatiye parvekirin û ev tişt gotin:

"Amerîkayê bi hinceta ‘têkoşîna li dijî DAIŞê' li şûna ku piştgiriya dide YPGê, gavên bifikar ên ji bo rewakirina vê rêxistina terorê diavêje. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin."

Ev nûçe bi tevahî 1212 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:18:04