Balyozê Tirkiyeyê li Hewlêrê yê Hakan Karaçyir serdana Kosret Resûl kir
Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Hewlêrê yê Hakan Karaçyir serdana Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir û jê re got derbasî be.

Li gorî agahiyên ku ji hesabê medyaya civakî ya Kosret Resul hatiye parvekirn Karaçayir serdana Resûl kir. Di serdana de têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotubêjkirin.
Hakan Karaçayir ji bo Kosret Resûl bi awayekî tendurist vegeria Kurdistanê kêfxweşiyên xwe anîne ziman û bal kişande ser giringiya Elî di siyasetê de.
Cîgirê yekemînê ê Sekreterê YNKê Elî jî bal kişande ser girîngiya Tirkiyeyê û rola wê di çareseriyê pirsa di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:30