Amerîka piştgiriya xwe bo rola aliyên Kurdî li Bexda radgehîne

Di çarçoveya civîna xwe de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şandeke bilinda Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo rola bi bandor a aliyên Kurdî li Bexdaye û beşdarbûna wan a bihêz di proseya siyasî û hikûmraniya Iraqê de nîşanda.

18 Îlon 2018 - 03:01
18 Îlon 2018 - 03:01
 0
Amerîka piştgiriya xwe bo rola aliyên Kurdî li Bexda radgehîne

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, îro Duşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steven Fagen jî amade bûn, şanda mêhvan behsa proseya hilbijartinên serok û herdu cîgirên serokê Parlamentoya Iraqê, danûstandinên di navbera hêzên siyasî yên Iraqê kirin. Herwiha şandê behsa pêvajoya hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya xwe ji bo rola bi bandor a aliyên Kurdî li Bexdaye û beşdarbûna bihêz a proseya siyasî û hikûmraniya Iraqê anîn ziman.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr erêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi hewldanên hêzên siyasî yên Kurdistanê ji bo beşdarbûneke bihêz a proseya siyasî ya Iraqê û diyarkirina postên Bedayê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir, derbarê vê yekê aeşkere kir, ku danûnstandinên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi taybetî jî PDK û YNKê de, ji bo dirustkirina hevdengiyek li tevahî proseyên siyasî yên Bexdayê berdewam dikin,herwiha dûpat kir ku, proseya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayeke aram û rêkûpêk birêve diçe.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya avçeyê û çend babetên din ên girêdayî Iraqê û herêma Kurdistanê jî hatine gotûbêj kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1072 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:44:03