Amerîkayê piştgirî da peymanên bi Herêma Kurdistanê re

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi rêkeftina bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê bi şirketin Amerîkî re ragihand û got, "Rêkeftin dê hilberîna gazê li Îraqê firehtir bike."

21 Gulan 2025 - 11:44
21 Gulan 2025 - 11:44
 0
Amerîkayê piştgirî da peymanên bi Herêma Kurdistanê re

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kiribûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê îmzekirina peymanan li ser sehabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got "Em kêfxweş in ku dibînin pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bi îmzekirina rêkeftinan bi şirketên Amerîkî re berfireh dibin."

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha got, " Ev cure hevkarî dê hilberîna gazê li Îraqê xurt bike û sûdê bide her du gelên me."

 

Ev nûçe bi tevahî 278 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:37