Amerîka pêşwaziyê li destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, pêşwaziyê li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku tê de encamên referandûmê rawestand û amadehiya danûstandina ligel Iraqê derbirî.

25 Cotmeh 2017 - 13:20
25 Cotmeh 2017 - 13:20
 0
Amerîka pêşwaziyê li destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsî, Amerîka pêşwaziyê li daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, bo agirbestê dimildest, dawîanîna operasyonên leşkerî, aramkirina rewşê û destpêkirina guftûgo û danûstandinan.

Herwiha nivîsiye: Daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê gaveke berve pêşve ye.

Şeva borî, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan amade ye proseya referandûmê rawestîne.

Ev nûçe bi tevahî 1389 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:50:46