Arteşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Rojava zêde dike

Îro hejmarek zêde leşkerên Tirkiyê bi wesaîtên zirxpoş ji bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Kilîsê ya li ser sînor hatin veguhestin.

6 Hezîran 2017 - 05:20
6 Hezîran 2017 - 05:20
 0
Arteşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Rojava zêde dike

Veguhestina leşkerî di bin bergiriyên ewlekariyê yên berfireh de pêk hat. Leşkerên Tirkiyê li devera Çobanbey ku li ser sînor e bicih bûn. Herwiha hejmarek zêde tank û wesaîtên zirxpoş jî hatin veguhestin.

Duh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku, heger ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve êrîşek çê bibe, ew bêyî ku ji ti kesî bişêwirin, dê bersiva xwe bidin.

Ev nûçe bi tevahî 1617 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:49