PWK ji bo Kesên Beşdarî Serxweşiya Eyûb Elacebey Kirin Spasî Dike
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyekê de ji bo hemû kes, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên ku beşdarî merasîma cenaze û serxweşiya Eyûb Elacebey bûne, spasî kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Eyûb Elacebey, yek ji damezrîner û rêvebirên partiyê, piştî nexweşiya kanserê di 24’ê Hezîrana 2026’an de li Stockholmê jiyana xwe ji dest da û di 28’ê Hezîranê de li Derîka Mêrdînê hate veşartin.
PWK di daxuyaniya xwe de her weha ji kesên ku bi telefon, e-name û rêyên medyaya civakî peyamên serxweşiyê şandin jî spasî kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bîra Eyûb Elacebey ê her tim di têkoşîna neteweyî-demokratîk a Kurdan de bijî û bi rêzdarî were bîranîn.
Nûvekirina herî dawî: 08:28:38