Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeke çarenûssaz a xebata gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek weşand û tê de Şoreşa Gulanê wek qonaxeke çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê pênase kir.

26 Gulan 2026 - 10:54
26 Gulan 2026 - 10:54
 0
Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeke çarenûssaz a xebata gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Gulanê bi boneya derbasbûna nîv sedsalê bi ser destpêkirina Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser giringiya dîrokî ya vê şoreşê û rola wê di berdewamiya xebata rizgarixwaza Kurdistanê de.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng û çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê bû. Ev şoreş berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyan îsbat kir ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demekê kurt tûşî rawestanê bûbe jî, lê îradeya gelê Kurdistanê ti carî neşikestiye; berovajî wê, ji bo gihiştina bi armancên pîroz, bi hêvî û hêzeke nû di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bûye. Şoreşa Gulanê serkeftin bidest xist, ji ber ku pişta xwe bi qehremaniya Pêşmerge, xweragiriya cemawer û rêkxistineke bi hêz û dirûşm û armancên zelal girê da.

Di 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez spasiya cemawerê Kurdistanê û hemû wan têkoşer, Pêşmerge û nîştimanperweran dikim ku li navxwe û derveyî Kurdistanê roleke qehremanane di Şoreşa Gulanê de lîstine û dîrokeke geş û tije şanazî ji bo gelê xwe tomar kirine.

Di vê yadê de, em silavan ji bo rihê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyîd Ebdullah Hecî Omeranî û şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin. Azadî û destkeftên din ên gelê me, berhema xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û renc û dilsoziya xebatgerên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:22