Artêşa Tirkiyeyê gule li malên xelkê reşandin: 4 birîndar

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, 4 welatî bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

27 Mijdar 2023 - 03:13
27 Mijdar 2023 - 03:13
 0
Artêşa Tirkiyeyê gule li malên xelkê reşandin: 4 birîndar

Hat zanîn ku ji birîndaran yek zarokeke 9 salî ye û yek jî jin e.Çavkaniyekê ji Dirbêsiyê ji Rûdawê re ragihand ku leşkerên artêşa Tirkiyeyê gule li malên çend welatiyên li taxa Xerbiyê ya Dirbêsiyê reşandin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama gulereşandina hêzên Tirkiyeyê de 4 welatî birîndar bûn.

Bi gotina wê çavkaniyê birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.

Ev nûçe bi tevahî 681 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:44:26