Lîwayên Qesamê: 4 fermandarên me hatin kuştin

Lîwayên Qesamê eşkere kir ku di pevçûnên li Xezeyê de 4 fermandarên wan hatine kuştin

27 Mijdar 2023 - 03:11
27 Mijdar 2023 - 03:11
 0
Lîwayên Qesamê: 4 fermandarên me hatin kuştin

Baskê çekdarî yê Hemasê Lîwayên Qesamê da zanîn ku ev fermandar di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Di daxuyaniya Lîwayên Qesamê de hat diyarkirin, yek ji wan Endamê Konseya Leşkerî Ehmed el-Xandûr (Ebû Enes), ên din jî Waîl Receb, Rafet Selman, Eymen Siyam in.

Di daxuyaniyê de, xeyn ji navên wan der heqê kuştina fermandarên navborî de agahî nehatin dayîn wiha hat gotin:

"Fermandar di dema Tofana Eqsayê de li eniyên cuda bi qehremanî û bi rûmet şehîd ketin."

Ev nûçe bi tevahî 985 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:11:27