Asayîşa PYDê jî ji Minbicê derket

Fermandarê giştî yê hêzên asayişa PYDê Ciwan Îbrahîm ragihand ku niştecihên bajarokê Minbicê dikarin herêma xwe biparêzin û birêve bibin û niha asayşa wan li wî bajarokî nemaye û xwe jê vekişandiye.

23 Sibat 2017 - 09:47
23 Sibat 2017 - 09:47
 0
Asayîşa PYDê jî ji Minbicê derket

Ciwan Îbrahîm her wiha got, ku wan erkê parastina Minbicê dane hêzên ewlekarî yên hundirê Minbicê, yên ku ji niştecihên wî bajarî pêk tên û her dema ku daxwaza alîkariyê bikin ew dikarin alîkariya wan bikin.

HSDê ku YPG hêza wê ya sereke ye, ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê di roja 1 Hezêrana 2016 dest bi operesyona rizgarkirina Minbicê kir û roja 12 Tebaxê karîn Minbicê bi tevahî rizgar bikin.

Tirkiye, ji ber rizgarkirina Minbicê ji aliyê HSD û YPGê ve dilgiran bû û gelek caran ji Amerîka dawaz kir ku YPG li Minbic û rojavayê Çemê Feratê vekişe.

Ev nûçe bi tevahî 1724 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:41:45