Austin: ‘Pêşeroja pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Kurdistanê geş e’

Li gorî daxuyaniya Berpirsê Beşa Aborî û Bazirganî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Chris Austin, pêşerojeke geş a pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê heye.

19 Gulan 2022 - 11:08
19 Gulan 2022 - 11:08
 0
Austin: ‘Pêşeroja pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Kurdistanê geş e’

Chris Austin ji K24ê re daye xuyakirin ku civîneke girîng bi şanda bajarê Hewlêrê re kiriye û civînên wiha dê encamên wê yên baş ji her du aliyan re çêbibin.

Chris Austin gotiye: “Bi baweriya min, pêşerojeke geş wê ji bo pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê hebe. Çend sal in Encûmena Bazirganiyê ya Amerîka û Herêma Kurdistanê heye ku çendîn car in serdana Kurdistanê kiriye, bi armanca dîtina derfetên veberhênanê ji kompanyayên Amerîkî re.”

Berpirsê Beşa Aborî û Bazirganî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, di serdana dawî de, nûnerên 30 kompaniyayan di nava şandê de hebûn û vê yekê jî hişt ku pêwendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Amerîka xurtir bibin.

Ev nûçe bi tevahî 622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:05:27