Azerbaycan dê li Bakurê Kurdistanê 4 bîrên petrolê bikole

Tirkiye û Azerbaycanê li ser derxistina petrola Bakurê Kurdistanê peymanek îmze kir.

31 Tebax 2023 - 08:07
31 Tebax 2023 - 08:07
 0
Azerbaycan dê li Bakurê Kurdistanê 4 bîrên petrolê bikole

Biryar e kompanyayên petrolê yên SOCAR û TPAOyê li Bakurê Kurdistanê 4 bîrên petrolê bikolin.

Pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de her ku diçe bihêztir dibin.

Tirkiyeyê di şerê Karabaxê yê di navbera Azerbacan û Ermenistanê de piştgiriyeke mezin da Azerbaycanê.

Piştî wî şerî sala 2020an, pêwendiyên her du welatan ên di warê enerjiyê de jî gihiştin asteke bilind.

Hezîrana îsal Azerbaycan bi awayekî fermî beşdarî lêgerîna gaza xwezayî ya ku Tirkiye li Derya Reş daye destpêkirin bû.

Vê carê jî Azerbaycanê berê xwe daye Bakurê Kurdistanê.

Kompanyayên SOCAR AQS û TPAOyê yên Azerbaycanê û Tirkiyeyê peymana kolana çar bîrên petrolê li Bakurê Kurdistanê îmze kir.

Lêgerîna petrolê dê li parêzgehên Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê bin.

SOKAR a Azerbaycanê li Tirkiyeyê 15 salan di mijara enerjiyê de 18 milyar dolar weberhênan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 983 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:56:49