Azerbaycan hişyariyê dide welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin

Wezareta Derve ya Azerbaycanê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin.

3 Hezîran 2023 - 12:31
3 Hezîran 2023 - 12:31
 0
Azerbaycan hişyariyê dide welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Azerbaycanê êrîşa Çileya 2023an a li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê bi bîr aniye û daxwaz kiriye ku welatiyên Azerbaycanê eger pêwîst nebe serdana Îranê nekin û ewên ku serdanê dikin jî baldar bin.

Herwiha di daxuyaniyê de ji welatiyên Azerbaycanê yên li Îranê hatiye xwestin ku pabendî rênimayên ewlehiyê bibin û di dema pêwîst de pêwendî bi Konsulxaneya Azerbaycanê ya li Tebrîzê bikin.

Roja 27ê Çileya 2023an de, êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê hat kirin û efserê asayîşa balyozxaneyê hatibû kuştin û du karmend jî birîndar bûbûn.

Azerbaycanê ew êrîş wek êrîşeke terorîstî bi nav kir û çalakiyên balyozaneya xwe ya li Tehranê rawestandin.

Rayedarên herdu welatan hevdû tometbar kirin û her yek ji wan çar dîplomatên hev wek kesên nexwestî ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 1580 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:48:35