Amerîkayê li ser şerê li taxên Kurdan got: ‘Em ji nêzîk ve rewşê dişopînin’

Amerîkayê bi fermî dilgiraniya xwe ya li ser zêdebûna şer û aloziyên li taxên Kurdan ên li Helebê anî ziman û bangî aliyan kir ku xwe ragirin.

8 Çile 2026 - 11:05
8 Çile 2026 - 11:05
 0
Amerîkayê li ser şerê li taxên Kurdan got: ‘Em ji nêzîk ve rewşê dişopînin’

Helwesta Washingtonê di demekê de ye ku şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê derbasî qonaxeke bi xwîn bûye û metirsiyeke mezin heye.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji ajansa Rûdawê re ragihand:

"Amerîka ji nêzîk ve rewşê dişopîne û em bangî hemû aliyan dikin ku xwe ragirin."

Berdevk tekez kir ku divê alî ji bo avakirina Sûriyeyeke aram bixebitin ku xizmeta berjewendiya hemûyan bike, ne ku welêt ber bi qonaxeke nû ya tundiyê ve bibin.

Her wiha amaje bi wê yekê hat kirin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack di hêsankirina diyaloga hikûmeta Şamê û HSDyê de berdewam dike.

Armanc ew e ku alî pêbendî Peymana 10ê Adarê bibin ku taybet e bi pêvajoya yekxistina leşkerî.

Bîlançoya şer

Ji danê nîvroya sêşemê ve bajarê Helebê bûye qada yek ji şer û pevçûnên herî dijwar.

Topbarana giran a tank û hawanan asmanê bajêr girtiye û heta niha bi dehan kes bûne qurbanî.

Asayîşa taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku hejmara qurbaniyan derketiye “7 şehîd û 54 birîndaran ku piraniya wan jin û zarok in.”

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Helebê behsa 5 kuştî û 27 birîndaran dike, ji bilî kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 endamên asayîşa navxweyî ya hikûmeta Sûriyeyê û 9 karmendên dewletê.

HSDyê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrieyeyê bi zêdetirî 80 tank û wesayîtên zirxî taxên Kurdan dorpêç kiriye û Asayîşê çar caran êrişa tankan a li "Girê Kasteloyê" têk biriye.

Hikûmeta Sûrieyeyê jî tax wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandiye.

HSDyê da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê "ciwanên revandî wekî mertalên zindî bi kar tîne" û hikûmet jî dibêje "HSD bombeyên çandî bi kar tîne."

 

Ev nûçe bi tevahî 72 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:23:50