Barzanî bang li kompaniyên kir: Berê xwe bidin Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, amade ne pirsgirêkên bi Bexdayê re bi guftûgo çareser bikin.

20 Mijdar 2018 - 03:20
20 Mijdar 2018 - 03:20
 0
Barzanî bang li kompaniyên kir: Berê xwe bidin Kurdistanê

Îro li Hewlêrê kompanyaya Dana a Gazê (Dana Gas) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîmeke bi boneya 10 salan a berhemanîna gaza xwezayî lidar xistin.

Di merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Em di hikûmeta Herêmê de rêz û pêzanîna me ji wan kompaniyan re heye, ku rojekê karên xwe bi me re kirin, di demekê de ku kes amade nebû kar bike.”

Got jî: “11 berê, rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û kompanyaya Dana gaz û hevbeşan hat îmzekirin û piştî salekê kampanyayê karî dest bi berhemanînê bike.”

Amaje bi wê jî kir, Herêma Kurdistanê çaverê ye qonxa dahatû, bibe qonaxa çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Tekez kir jî, Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor mîkanîzmên destûrî amade ye.

Ev nûçe bi tevahî 1243 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:38