DAIŞ Li Xaneqîn êrîş kir

Li Xaneqînê çekdarê DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û 4 polîs û efserekî hatin kuştin.

20 Mijdar 2018 - 03:02
20 Mijdar 2018 - 03:02
 0
DAIŞ Li Xaneqîn êrîş kir

Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke pişknînê ya Polîsa Federalî li başûrê Xaneqînê kirin, piştre jî hêzeke din a Polîsa Federalî bi hawara wê hêzê ve çû.

Wî jêderî da zanîn, di dema êrîşê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encamê de Moqedem Feysel Kerorî û 4 polîsan ve hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, çekdarên DAIŞê ji aliyan ve êrîşî ser wê xala Polîsa Federalî kirin û piştre hêzeke polîs û artêşê gihîştin cihê bûyerê.

Bajarê Xaneqînê yek ji bajarên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, dora 180 K.M dikeve başûrê Silêmaniyê, Pêşmergeyên Kurdistanê lê bûn, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha bûrî bo Heşda Şeibî û artêşa Iraqê hate radestkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1300 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:21