Bexdayê ji bo Îbrahîm Xelîlê biryareke nû da
Hikûmeta Îraqê razî bûye ku ji 1ê Hezîranê ve hemû kel û pel bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê û li gorî pergala ASYCUDAyê werin hawirdêkirin (kirîna ji derve).

Li gorî amareke ku ketiye destê Rûdawê, li Îraqê 23 deriyên sînorî ketine nav vê pergalê.
Ji sedî 25ê wan deriyan li ser sînorê Komara Îslamî ya Îranê ne.
Hemû kel û pel di nav pergalê de ne
Li gorî nivîseke birêvebirê nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê Elî Rezûqî Lamî ku ji Wezareta Darayî ya Îraqê re şandiye, hatiye qebûlkirin ku ji 1ê Hezîranê ve destûr ji bo hawirdêkirina hemû kel û pelan a ji deriyê Îbrahîm Xelîlê ya bi pergala ASYCUDAyê were dayîn.
Berê tenê destûr hebû ku derman û xwarin bi rêya vê pergalê û gumrika pêşwext werin hawirdêkirin.
Di nivîsê de hatiye diyarkirin ku ji bo hawirdêkirina kel û pelan a ji Îbrahîm Xelîlê, dê koda 05 a gumrika pêşwext bibe bingeh.
Birêvebirê şirketa Ark Starê ya veguhastina navneteweyî Hamî Herkî li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand:
"Li gorî biryara nû, divê bazirgan kar û barên gumrikê yên pêşwext bi rêya hikûmeta federal bikin û gumrika barên xwe pêşwext bidin.
Li deriyê Îbrahîm Xelîlê jî ji xeynî gumrika ku berê hatiye dayîn, cudahiya gumrikê tê wergirtin."
Hewlêr û Bexdayê hîn li hev nekiriye
Ji ber ku hîn Bexda û Hewlêr li ser yekxistina pênaseya gumrikê negihîştine peymaneke dawî, li gorî pênaseya gumrikê ya Herêma Kurdistanê gumrik ji wan ew kel û pelan tê standin ku ji Îbrahîm Xelîlê tên.
Ev yek ji gumrika ku hukûmeta federal werdigire cuda ye.
Li gorî amarên Banka Navendî ya Îraqê, heta niha li 23 deriyên bejahî, asmanî û deryayî pergala ASYCUDAyê hatiye bicihkirin.
Ev pergaleke elektronîk e û ji bo girêdana gumrika deriyên sînorî ya bi fermangehên pêwendîdar re tê sepandin.
Rewşa deriyên din
Ji wan 23 deriyên ku ketine nav pergala ASYCUDAyê, 6 derî li ser sînorê Komara Îslamî ya Îranê ne, 3 derî li ser sînorê Sûriyeyê ne.
Her wiha li ser her yekî ji sînorê Erebistana Siûdî, Kuweyt û Urdinê jî deriyek di nav vê pergalê de ye.
Birêvebirê şirketa Ark Starê li ser rewşa wan deriyan anî zimên:
"Koda hawirdêkirina kel û pelan a ji deriyê Rebîeyê yê Sûriye-Îraqê, heman koda ku li Îbrahîm Xelîl tê bikaranîn e."
Nûvekirina herî dawî: 11:53:35












































































































































































