Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê birêve diçe

Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê tê lidarxistin.

1 Sibat 2023 - 05:29
1 Sibat 2023 - 05:29
 0
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê birêve diçe

Îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, 19 sal di ser teqînên 1ê Sibata 2004an re derbas dibe, ku baregehên Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Melbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Hewlêrê bi rêya du kiryarên xwekujiyê ve hatin teqandin û ji ber wê, 103 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Îro di demjimêr 09:30 xulekan de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Ev nûçe bi tevahî 670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:27:30