Bi amadebûna Serok Barzanî Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2023an, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin.

25 Tîrmeh 2023 - 06:10
25 Tîrmeh 2023 - 06:10
 0
Bi amadebûna Serok Barzanî Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2023an, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin.

Rêveberê Karîger ê Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Hesen Samî ragihand, 120 sazî û navendên perwerdeyê beşdarî Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê bûne.

Sazî û navendên perwerdehiyê yên beşdarî pêşangehê dibin, dibistan, peymangeh û zanîngeh ji herdu sektora giştî û taybet de ne. Di nav wan de, hin zanîngeh ji 11 welatan beşdarî pêşangehê bûne, bi mebesta peydakirina derfetên zêdetir ji bo xwendin û fêrbûnê di navbera navendan de.

Li gel Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê, Yekemîn Korbenda Perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê lidarxistin, ku armanca wê piştevanîkirin û pêşxistina sektora perwerdeyê ye.

Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê dê ji îro heta 27ê Tîrmehê berdewam be.

Ev nûçe bi tevahî 540 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:33:53