Bi dronê êrişî baregeha PAKê hat kirin: 8 Pêşmerge birîndar bûn
Doh bi dronê êrişî ser baregeha Çemşarê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li nêzîkî Kampa Darêşekranê hat kirin.
Berpirsekî partiyê ragihand ku di êrişê de 8 Pêşmergeyên wan birîndar bûn.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalidiyan ji ajansa Rûdawê re ragihand:
"Êriş demjimêr 02:00yê(duh) berbanga sibehê qewimî. Di encamê de 8 Pêşmergeyên me yên ji Supaya Milî ya Kurdistanê birîndar bûn."
Edîb Xalidiyan li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran got, "Birîna çar Pêşmergeyan giran e."
Baregehên PAKyê her tim tên çavdêrikirin
Ev hêza Rojhilatê Kurdistanê heta niha gelek caran ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye bombebaran kirin.
Di êrişên berê de du Pêşmergeyên wan şehîd ketibûn û 26 Pêşmergeyên wan jî birîndar bûbûn.
Edîb Xalidiyan diyar kir ku dronên sîxuriyê her tim li ser baregehên wan difirin û got:
"Her tim dronên çavdêriyê li ser baregehên me difirin û agahiyan kom dikin."
Nûvekirina herî dawî: 21:51:17