Bi fermana Serokwezîr nahiya Xelîfan bû qeza û gundê Sirêşme bû nahiye

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nahiya Xelîfan bû qeza û gundê Sirêşme bû nahiye.

8 Tebax 2023 - 16:06
8 Tebax 2023 - 16:06
 0
Bi fermana Serokwezîr nahiya Xelîfan bû qeza û gundê Sirêşme bû nahiye

Roja Sêşemê 8ê Tebaxa 2023an, di daxuyaniyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di dirêjiya pêngavêm Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo nahiyekirin û qezakirina deverên Herêma Kurdistanê, ji bo berjewendiya giştî û hêsankarî û pêwîstiya ji bo cîbicîkirina karûbarên welatiyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî du ferman der kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nahiya Xelîfan bû qeza û gundê Sirêşme bû nahiye ku li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku ev du ferman ji roja derçûnê ve tê cîbicîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 822 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:26:29