Bi mûşekan êrişî kampên li Silêmaniyê hat kirin
Bi mûşekan êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzeleyê yên li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsekî Komeleyê jî diyar kir ku di êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) yê Hewlêrê Elî Rencberî li ser êrişê ji ajansa Rûdawê re axivî.
Elî Rencberî got, "Îro piştî nîvro bi mûşekekê êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzelleyê yên li Silêmaniyê hat kirin."
Li gorî agahiyên ku Elî Rencberî dane, di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û mûşek li goristaneke nêzîkî kampan ketiye.
Êrişên rojên borî
Doh êvarî jî bi dronekê êrişî Kampa Dêgeleyê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de zererên madî çêbûn.
14ê Nîsanê jî bi du dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Di wê êrişê de Pêşmergeyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya bi navê Xezal Mewlan şehîd ketibû û du Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:27






































































































































































