Parêzgarê nû yê Kerkûkê diyar bû
Mihemed Seman wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin û Rêbiwar Teha dê bibe alîkar.

Piştî ku Rêbiwar Teha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berda, Meclisa Parêzgehê (bêyî beşdariya Fraksiyona PDKyê) civiya û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman bi piraniya dengan wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijart.
Mihemed Seman di yekem konferansa xwe ya rojnamegeriyê de got, “Me dawî li hesreta xwe ya 100 salî anî û niha Tirkmenek parêzgarê Kerkûkê ye.”
Di heman demê de, Alîkarê Yekem ê Parêzgarê Kerkûkê yê ji para Tirkmenan, Yawiz Hemîd, berî devjikarberdana Rêbiwar Taha dev ji posta xwe berdabû.
Guherînên li postên din
Ji bo postên kargêrî û ewlehiyê yên bajêr, sê berbijêrên Kurd ji para Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKyê) hatine diyarkirin.
Avesta Mihemed ji bo posta Qaymeqamiya Navenda Kerkûkê li şûna Fela Yaxçî hat diyarkirin.
Li gorî peymanan, li ser her du postên din hêj deng nehatiye dayîn ku ew jî Ednan Husên ji bo posta Qaymeqamiya Daqûqê û Neşet Şehwêz ji bo posta Fermandarê Polîsê Kerkûkê ne.
Ev di demekê de ye ku 10ê Çiriya Pêşîn a 2024an, bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Eniya Tirkmenan, li Otela Reşîd a Bexdayê parêzgar û serokê meclisê hatibûn hilbijartin.
Di Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de (16 kursî), YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî, Ereban 6 kursî, Tirkmenan 2 kursî û Mesîhiyan jî kursiyek heye.
Mihemed Seman kî ye?
Mihemed Seman 1982yan ji dayîk bûye. Sala 2023yan wekî Birêvebirê Fermangeha Malnişînî û Ewlehiya Civakî kar kiriye.
Seman xwediyê du bawernameyan e; yek ji Koleja Edebiyatê Beşa Zimanê Tirkî û ya din jî ji Koleja Zanistê ye.
Nûvekirina herî dawî: 11:45:29







































































































































































