Çar aliyên siyasî: Em proseya hilbijartinê li Koyê red dikin

Çar aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, PDK, Goran, Komel û Yekgirtû, di civîneke rojnamegeriyê de ragihand, ku li navçeya Koyê ya parêzgeha Silêmaniyê sixtekariyeke mezin tê kirin û ew hilbijartina li wê navçeyê red dikin.

30 Îlon 2018 - 12:04
30 Îlon 2018 - 12:04
 0
Çar aliyên siyasî: Em proseya hilbijartinê li Koyê red dikin

Her çar aliyên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî di civîneke rojnamegeriyê de li ser birêvçûna hilbijartinê li navçeya Koyê diyar kir, ku kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Koyê bangeşeyê dikin û hêzên çekdarî li nav binkeyên dengdanê bicih dikin. Ji ber vê yekê ew hilbijartina li Koyê red dikin û sixtekariyek mezin hatiye kirin.”

Ev nûçe bi tevahî 819 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:12