Catalonia îro serxwebûna xwe radigehîne

Dibe ku îro 10ê Cotmeha 2017an, welatê Ispanya rastî çarenivîseke nediyar bê, ji ber ku îro navçeya herî dewlemend li Ispaniya ku Cataloniya ye, dixwaze serxwebûna xwe rabigehîne û egereke mezin heye di navbera Barcelona û Madrid de alozî û tundî derkeve holê

10 Cotmeh 2017 - 06:14
10 Cotmeh 2017 - 06:14
 0
Catalonia îro serxwebûna xwe radigehîne

Biryar e îro serokê Catalonia Carles Puigdemont serxwebûna welatê xwe ji Ispanya rabigehîne, ev yek jî di demekê de ye ku berî niha piroseya derketina Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa, ew yekîtî hejandiye û niha jî serxwebûna Catalonia wê bêtir Yekîtiya Ewropa bihejîne.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Ispanya Mariano Rajoy got: "Heger Catalonia ji aliyekî ve serxwebûna xwe rabigehîne, wê ew yek bibe egera ku hikûmeta Ispanya rêveberiya xweser li wê herêmê hilweşîne.

Ev nûçe bi tevahî 1812 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:25