Omer Çelîk: Divê Rahmî Koç lêborînê bixwaze

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku bikaranîna îfadeyên biçûkxistinê li gel navê "jinên Kurd" li dijî nirxên wan e û got, "Ev yek gelekî nerast û kirêt e."

6 Hezîran 2026 - 10:29
6 Hezîran 2026 - 10:29
 0
Omer Çelîk: Divê Rahmî Koç lêborînê bixwaze

Gotinên karsaz Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd ku di vekirina nexweşxaneyekê de li Îzmîrê gotibûn, li ser medyaya civakî û di qada siyasetê de bûn sedema bertekan.

Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç, di vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê ya Îzmîrê ya li Balçovayê de “di henekekê de” jinên Kurd kiribûn armanc.

Rahmî Koç “di heneka xwe de” gotibû:

“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd.

Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

"Em her cure gotinên biçûkxistinê yên li hemberî jinan şermezar dikin.

Esas ew e ku gotinên li ser jinan bi rêz, bi baldarî û bikalîte bin.

Ti bawerî, nijad, çand, nasname yan jî zayenda beşên civaka me nabe bibe mijara gotinên biçûkxistin û cihêkariyê.

Nêzîkatiyên biçûkxistinê yên li ser bingeha bawerî, nijad û zayendê dibin sedema gotara kînê.

Divê bi tekezî ji van gotinên nerast dûr bisekinin."

Omer Çelîk destnîşan kir ku bikaranîna îfadeyeke biçûkxistinê li gel peyva "jinên Kurd" li dijî nirxên wan e û li pey çû:

"Ev yek gelekî nerast û kirêt e. Em van nêzîkatiyên nerast û kirêt ên ku hemû jinên me û welatiyên me yên Kurd diêşînin, bi awayekî herî zelal û bi temamî red dikin.

Gotarên kînê yên bi cilê henekan ti carî nayên qebûlkirin.

Sererastkirina gotinên nerast û daxwaza lêborînê pêdiviyeke rêzgirtina li nirxên me ye.

Divê her kes di mijarên bawerî, çand, nijad, nasname û zayendê de baldar be û zimanekî bi rêz bi kar bîne.

Rûmet û nirxê hemû welatiyên me wekî hev e."

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:34:39