PSK: Em Dıkarın Bı Hêza Xwe ya Yekgirtî Qeydê Dorpêçê Bışkînın
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) piştî civîna xwe ya di 2’ê Hezîranê de, daxuyaniyek weşand û di wê de pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê nirxand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi cure-cure zext û metirsiyan re rû bi rû ye û ku ev rewş tenê bi rêya diyalog, hevgirtin û têkoşîna hevpar a hêzên siyasî yên Kurd dikare were derbas kirin.
PSK'ê bi taybetî bang li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo avakirina hikûmetê lihevhatinek pêk bînin. Her weha partiyê piştgirîya xwe ji avakirina mekanîzmayek neteweyî ya berfireh, sazûmanî û hemû aliyên Kurdan di nav xwe de digire, ragihand.
Daxuyaniya Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) wiha ye:
'' Di demekê de ku pêşketinên dîrokî û lezgîn li Rojhilata Navîn diqewimin, êrîşên sîstematîk û dijminane li dijî gelê Kurd zêde bûne. Welatên ku Kurdistan parçe û parve kirine, hevkariyê dikin da ku pêşî li destkeftiyên nû yên gelê Kurd bigirin û bibin sedem ku ew tiştên ku berê bi dest xistine winda bikin. Li Sûriyeyê, rejîma Şamê ya neqanûnî, bi piştgiriya welatên herêmî û hêzên navneteweyî, her roj planeke nû pêk tîne da ku ziman, çand û nasnameya gelê me ji holê rake.
Rejîma paşverû a Îranê, ku ji 28ê Sibatê vir ve li hember êrîşên DYA û Îsraîlê şikestinên giran xwarîye, hewl dide ku tola van derban, ji gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, ji sivîl û mirovên bêparastin hilîne. Rejîma barbar a Îranê heta anha ji Îsraîlê bêtir êrîşî kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye, di encamê de bi sedan kes mirine û bi hezaran kes birîndar bûne. Darvekirina ciwanên Kurd li Îranê bênavber berdewam dike.
Di demên dawî de, dijminên Kurdan di serî de Başûrê Kurdistanê kirine hedef. Destkeftiyên dîrokî û statuya federal a ku gelê me li Başûrê Kurdistanê bi dest xistiye xewna hêzên kolonyal direvîne. İran û hêzên siyasî û milîs ên hevalbend ên wî li Iraqê bênavber Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, dixwazin herêmê bêîstîqrar bikin. Êrîşên piralî têne kirin da ku statuya federal a Herêma Kurdistanê ji holê rakin.
Bi gotineke din, hêvî û pêşeroja gelê Kurd, Herêma Kurdistanê, di bin gefek giran de ye. Serîderketina bi vê gefê re di serî de dikeve ser milê aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê. Hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi berpirsiyariyek dîrokî re rû bi rû ne.
Di vê çarçoveyê de, divê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di zûtirîn dem de li ser avakirina hikûmeta Kurdistanê, ku du sal in nehatiye avakirin, bigihîjin lihevkirinekê. Avakirina Herêma Kurdistanê dikare destê Kurdan li Bexdayê xurt bike û bibe alîkar ji bo aştî û aramiya navxweyî. Êrîşên dijminane û planên ku armanca wan têkbirina statuya Kurdistanê ye, tenê bi avakirina hikûmeteke hevbeş û berfireh a Kurdî dikarin werin pûçkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare piştgiriya dîplomatîk û manewî bide têkoşînên rewa yên ji bo maf û azadiyên Kurdan li beşên din ên Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve, siyaseta dij-kurd a Tirkiyeyê bi retorîk û taktîkên nû berdewam dike. Di "pêvajoya" ku salek û nîv e di rojevê de, di derbarê demokrasî û pirsgirêka Kurd de gavek jî nehatiye avêtin. Berevajî vê, di bin navê vê "pêvajoyê" de, hikûmet hewl dide ku mîrateya neteweyî û enerjiya gelê Kurd di nav sîstemê de entegre bike. Heta ji bo bêçekkirina PKKê jî gavan naavêje. Ji bo vê armancê, ji çêkirina amadekirina gavên qanûnî û îdarî yên herî kêm jî dûr dikeve. Rêberê PKKê Abdullah Öcalan, bi helwest û daxuyaniyên xwe, piştgiriyê dide polîtîkayên entegrasyonîst ên ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve têne meşandin da ku naveroka têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê vala bike.
Pir eşkere ye ku israra li ser înkar û tundûtûjiyê di derbarê pirsgirêka Kurd de, pergala siyasî ya Tirkiyeyê her ku diçe otorîtertir kiriye. Nesafîkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bûye sedema krîzên piralî. Bêqanûnî, desthilatdariya keyfî, zextên li dijî muxalefetê û tayînkirina qeyyuman li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Heta qanûn û destûra heyî jî li Tirkiyeyê nayê bîcîh kirin. Biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên bicîhanîn. Cezayên dijwar li dijî rewşenbîr, zanyar, rojnamevan, xwendekar û ramanweran têne sepandin.
Li Tirkiyeyê, ku demokrasî û hukmê hiqûqê tê binpêkirin, krîza aborî, bêkariya girseyî û xizanî gihîştiye astên bêhempa. Zêdetirî nîvê civaka Tirkiyeyê mehkûmî jiyana di bin xeta xizaniyê de ye. Piraniya civakê ji standardên jiyanê yên ku li gorî rûmeta mirovan in bêpar e. Hejmara kuştinên jinan li Tirkiyeyê ji her demê bêtir zêde bûye. Her roj bi dehan jin li kolanan tên qetilkirin. Nesafîkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin ên aborî, civakî û mirovî derxistiye holê.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê careke din tekez dike ku siyaseta Tirkiyeyê ya dijî-kurd a berdewam nayê domandin. Ne tenê bedela vê siyaseta dijî-kurd ji aliyê gelê Kurd ve tê dayîn, lê ev siyaseta xelet civaka Tirkiyeyê jî dixe nav taritîyê.
Banga me zelal û vekirî ye: divê siyaseta înkar û tundûtûjî yê ya ku di mesela Kurd de tê meşandin tavilê bi dawî bibe. Divê hawîrdorek siyasî ya demokratîk û azad bê afirandin ku tê de çareseriyên hemî pirsgirêkan, tevî mesela Kurd, werin nîqaşkirin. Divê ji bo kesên li çiyayan çekên xwe deynin, girtiyên siyasî serbest werin berdan û welatî vegerin welêt, gavên yasayî û îdarî werin avêtin.
Divê astengiyên li pêşiya xwerêxistinkirin û çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî werin rakirin, û dozên girtinê yên li dijî wan hatine vekirin werin betalkirin.
Em careke din tekez dikin ku çareseriya adil û wekhev a pirsgirêka Kurd di avakirina sîstemeke federal a li Tirkiyeyê de ye ku li ser bingeha têgihîştineke pir-etnîkî, pir-çandî û pir-bawerî ye ku hebûna gelê Kurd nas dike. Sîstemeke federal ku gelê Kurd tê de pêşeroja xwe bi azadî diyar bike, dê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên din ên bingehîn ên Tirkiyeyê û demokratîkbûna wê jî veke.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê careke din baweriya xwe tekez dike ku maf nayên dayîn, lê tenê bi têkoşîna bi biryar dikarin werin bidestxistin. Azadî dê bi têkoşîna hevpar a gelê Kurd were bidestxistin.
Di vê çarçoveyê de, Partiya me piştgiriyê tevahî dide hewldanên ji bo avakirina mekanîzmayeke tifaqa neteweyî ya berfireh û domdar, ku gava yekem a wê di 14ê Adara 2026an de li Dîyarbekirê hate avêtin. Herwisa partîya me bang li hemî hêz û partîyên demokratîk ên neteweyî yên li Kurdistanê dike ku piştgirîya vê gava dîrokî bikin.
Partiya me bang li hemû aktor û partîyên sîyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike ku li dijî êrîşên topyekûn ên herêmî û cîhanî yên li dijî hebûn û destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurd, bi hestek berpirsiyariya neteweyî û dîrokî, di nav yekîtî, diyalog û têkoşîna hevbeş de bin.
Em tenê bi diyalog, hevkarî û tifaqa neteweyî dikarin dorpêça ku em pê re rû bi rû ne bişkînin.''
Meclisa Partîyê ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
Nûvekirina herî dawî: 21:55:50