CENTCOMê wêneyên şervanên YPJê parve kirin

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên dem aperwerdehiya çekan parve kir.

28 Sibat 2017 - 14:10
28 Sibat 2017 - 14:10
 0
CENTCOMê wêneyên şervanên YPJê parve kirin

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên dem aperwerdehiya çekan parve kir. CENTCOMê di parvekirina xw eya pêşîn de got: "Li ser daxwazeke giştî em zêdetir wêneyên şervanên jin ên li dijî DAIŞê parve dikin."

​Di parvekirineke xwe de got "Perwerdehiya çekan", di parvekirineke din de jî got, "Ji şer re amade ne'.

​Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê CENTCOMê Joseph Votel hefteya borî li gel generalê berpirs ê operasyonan Townsend û komek rojnameger, ku rojnamegerên New York Timesê û yên The Wall Street Journalê jî di nav de, çûbû serdana eniya Kobanê û Reqqayê û perwerdehiya şervanên kurd temaşe kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:11:31