Êrîşa Tirkiyeyê ya ser hêzên kurd dê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞê bike

Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel ragihand ku eger Tirkiyeyê êrişî hêzên kurd ên li herêma Minbicê, dê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞê bike.

1 Adar 2017 - 02:43
1 Adar 2017 - 02:43
 0
Êrîşa Tirkiyeyê ya ser hêzên kurd dê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞê bike

Votel, piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ‘Artêşa tirk dê piştî El Babê dê berê xwe bide Minbicê' daxuyanî da.

Fermandarê amerîkî ji kovara Foreign Policiyê re axivî û diyar kir ku geşedanên li herêmê, dibe bandor li çalakiyên hêzên koalisyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bike.

Votel da zanîn ku ji bo şer di navbera Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ku Amerîka piştgiriya wan dike li bakurê Sûriyeyê dernekeve, bi Enqereyê re hevkariyek berfireh dikdin.

Beriya niha Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ilnur Çevik jî eşkere kiribû ku piştî El Babê armanca wan bajarê Minbicê ye.

Ev nûçe bi tevahî 1206 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:15