Civîna Komîsyonê hat bipaşxistin

Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku dê sibe bihata kirin, hat bipaşxistin.

12 Mijdar 2025 - 11:06
12 Mijdar 2025 - 11:06
 0
Civîna Komîsyonê hat bipaşxistin

Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku Komîsyon dê 6ê Çiriya Paşîn bicive û hem derbarê serdana Abdullah Ocalan biryarê bide hem jî dê guh bide Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh di çarçoveya kar û xebatên Komîsyonê de bi serokwekîlên koman ên partiyên siyasî re civiya.

Serokatiya Parlamentoyê daxuyaniyek da û ragihand ku civîna Komîsyonê ya sibe hatiye bipaşxistin.

Hatibû ragihandin ku dê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalid beşdarî civîna Komîsyonê ya 17emîn bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di balafira ku li ser sînorê Gurcistan û Azerbeycanê ketiye de 20 personel hebûn û tev mirine. 

 

Ev nûçe bi tevahî 5 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:10