Salih Mislim: Li gorî encama heyî Tirkiyeyê Peymana 10ê Adarê qebûl kiriye
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got, “Li gorî encama heyî Tirkiyeyê Peymana 10ê Adarê qebûl kiriye.”

Salih Mislim rojeva Rojavayê Kurdistanê ji Xwebûnê re nirxand.
Salih Mislim derbarê hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de axivî.
Li gorî Salih Mislim, ji ber ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê jî beşdarî civînan bûye, ew dikarin bibêjin ku “Tirkiyeyê êdî Peymana 10ê Adarê” qebûl kiriye.
Wî diyar kir ku bi vê peymanê dê doza Kurdan jî çareser bibe.
Donald Trump û Ehmed Şer li Amerîkayê civiyabûn.
Di navbera Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şaybanî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de jî "civîneke xebatê" pêk hat.
“Gaveke erênî ye”
Salih Mislim di destpêka axaftina xwe de hevdîtin wekî gaveke nû û erênî nirxand û got:
"Konjonktur êdî amade bû ku gav bên avêtin. Amadekariyên ji bo tiştên ku niha pêk tên, di lûtkeya Şerm Şêxê û cihên cuda de dihatin kirin.
Li dijî terorê biryareke hevpar hatibû standin. Şer jî ji bo vê yekê çûye Amerîkayê.
Di hevdîtinê de gelek xal hatine nîqaşkirin û li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûye. Tiştê herî balkêş jî ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê jî li wir bû. Ew jî tevlî civînê bû.
Di vê civînê de rola Tirkiyeyê, Ehmed Şer, Amerîka, hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Koalîsyonê hatine nîqaşkirin û bi îhtimaleke mezin wan li ser gelek xalan li hev kiriye.
Em wek PYDyê vê hevdîtinê ji bo Rojhilata Navîn wekî gaveke erênî dibînin."
“Rakirinên sizayan ji bo me jî erênî ye”
Salih Mislim diyar kir ku mijara sereke ya ji bo ewlehiya Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorê ye û anî ziman ku ji bilî DAIŞê gelek komên din jî hene ku divê li Sûriyeyê bêne bêbandorkirin.
Mislim her wiha bal kişand ser rakirina cezayên li ser Ehmed Şer û hin kesayetên din û got:
"Cezayên ku ji ser Şer û hevalên wî hatine rakirin ji bo ku karibin rehettir tevbigerin hatine rakirin lê divê cezayên li ser ticaretê jî bên rakirin, ji ber ku yên herî zêde jê bandorê dibînin gelên Sûriyeyê ne.
Rakirina cezayan dê bi awayekî erênî bandorê li me jî bike. Dibe ku MSD rehettir karibe tevbigere. Her wiha ji aliyê bipêşxistina projeyan ve jî dê xwedî bandoreke erênî be."
“Tirkiye êdî Peymana 10ê Adarê qebûl dike”
Salih Mislim bal kişand ser girîngiya Peymana 10ê Adarê û wiha axivî:
"Peymana 10ê Adarê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû Sûriyeyê peymaneke girîng e.
8 bendên ku di vê peymanê de hene di berjewendiya her kesî de ne û her kes dixwaze ku ev bend pêk bên lê heta niha ew li dijî vê peymanê derdiketin.
Tirkiye jî ji ber ku ne di nav amadekirin û îmzekirina peymanê de bû dixwest ev peyman nemîne lê di civîna ku niha pêk hatiye de ji ber ku wezîrê Tirkiyeyê jî cih girtiye em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê êdî ev peyman qebûl kiriye.
Bi pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê gelek mijar bên çareserkirin, pirsgirêka Kurdan jî di nav de."
“Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Şamê zelal bibe”
Salih Mislim diyar kir ku beşdarbûna Hakan Fîdan a di civînê de nîşan dide ku li ser birêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye nîqaşkirin û got:
"Piştî ku Şer vegere Sûriyeyê dê bi HSDyê re li ser vê mijarê biaxive.
Ez bawer im dê di hefteyên pêşiya me de li Şamê civîneke berfireh pêk bê û dê rayedarên Amerîka û Koalîsyonê jî tê de amade bin."
“Bêyî demokrasiyê entegrasyon pêk nayê”
Mislim di dawiya axaftina xwe de li ser pêşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got:
"Niha asîmîlasyon û entegrasyon heye. Em dixwazin li ser esasê demokrasiyê entegreyî Sûriyeyê bibin.
Divê em li ser zagonên hiqûqî li hev bikin. Eger yek ji aliyan bi demokrasiyê bawer neke, tu nikarî pê re entegrasyonê pêk bînî.
Ji ber vê yekê divê Şam jî wekî me bi demokrasiyê bawer bike û Amerîka jî di vê mijarê de bibe alîkar lê eger hewldana helandinê hebe, wê demê em nikarin behsa entegrasyonê bikin.
Ji bo HSD entegrasyonê pêk bîne divê hikûmeta Şamê saziyên xwe ava bike."
Nûvekirina herî dawî: 12:08:08






































































































































































