Kêşeya yekitiyan bi ciwanan çareser dibe!!!

'' Heta ku endamên rêxistinên kurdistanî yên ciwan li gel hev nedin û nestînin. Heta ku bi hevre munaqeşe û gengeşeya yekitiya partiyên Kurdistanê ya li ser xeta neweyî nekin, em ê nebin xwedî rêxistineke sîwan ku behsa wê tê kirin. Loma divê endamên ciwan yên partiyên Kurdistanî bi hevre dest bavêjin vê kêşeya ku bi salan e nehatiye çareser kirin. Çi demê ew dest bidin hev û her hin ji wan zorê bidin serok û rêberên xwe, ev dê di demek kinde bê çareserkirin.''

12 Mijdar 2025 - 14:03
12 Mijdar 2025 - 14:03
 0
Kêşeya yekitiyan bi ciwanan çareser dibe!!!

Ji bona yekitiyeke li ser asasê xeta neteweyî û saxlem pêk bê, divê ciwanên hemî rêxistinên Kurdistanî dest bavêjin vê û li gel hev bidin û bistînin. Ji bona daxwaza yekitiyeke bi asasên saxlem divê ciwanên endamên partiyên siyasî yên Kurdistanî  bi hevre vê gengeşe bikin. Ev kêşe, ev derd û êşa gel ancax ciwanên kurd yên endamên partiyên siyasî yên Kurdistanî dikarin çareser bikin.

Ji ber ku eva zêdeyî pêncî salan e ku ev mijar her di rojeva kurdên bakurê Kurdistanê de ye. Lê pêk nayê. Sedem jî ew e ku rêber, serok û serokatiya partiyên Kurdistanî ji sal mezinên ku bi çanda îdeolojîk mezin bûne, pêk tê. Ew çand jî li hember yekitiya navbera partî û rêxistinên bakurê kurdistanê her asteng bû ye.

Ji ber vê dibêjim ku pêwîst e, ciwanên rêxistinên Kurdistanî li gel hev bidin û bistînin. Diyalogên nava xwe xurt bikin. Bi hevre li ser vê yekê nerîn û dîtinên xwe bi hevre zelal bikin da ku ev kêşe bê çareserkirin.

Helbet êşa nelihevbûn û ne yekrêziya nava mala kurd, ne ji niha de ye. Heger çiqasî gengeşe, nerîn û dîtin li ser vê hatibin kirin, gotin û nivîsên jî, heta niha nehatiye çareserkirin. Û bi vî halî ne bawerim bê çareserkirin.

Gelek sedemên vê hene. Di dema axatiyê de, axayên kurdan li hev nedigirin. Di nava wan de tim nokokî şer û pevçûn hebû. Ev jî li ser asasê axayekî nikaribûn tehamula axayekî brayê xwe ê kurd bikirana.

Ev jî ji bona dijminê gelê kurd rehetî û firseteke baş bû ku wan jî nakokiyan nava axayên me geştir û mezintir dikirin da ku li hev nekin. Her weha jî bû.

Lê piştî salên 1965 ku li bakurê Kurdistan şiyarbûn û gengeşiya nava kurdên xwendevan yên kurd ku li metropolên tirkiyê dixwendin, ji nûde geş bû. Ev geşbûn jî ji ber hin tevgerên çepê tirkan û hin jî ji ber şoreşa îlonê ya Barzaniyê mezin pêk dihat.

Ciwanên kurd di wan demana de hewl dan ku kêşeya xwe bi xwe çareser bikin. Lê ji ber Kemalîstên tirkan yên li ser navê sosyalîzmê serê gelek ciwanên kurdan tevli hev kirin, da ku ew rêxistina xwe bi xwe danemezrînin. Ango tim ew û tirk bi hevre bin.

Bi salan munaqeşe û gengeşiyên di nava ciwanên tirk û kurdan de domand. Taliya talî ciwanê kurd biryar dan ku ew êdî rêxistinên xwe bi serê xwe damezrînin û xwe ji tevlêbûna nava çepên tirkan derxin. Ev jî biryareke baş bû.

Lê her çiqasî êdî ciwanên kurdan bi serê xwe komele û partiyên xwe damezrandin jî, lê wê demê bayê sosyalîzmê geş bû. Loma jî piraniya ciwanên kurd li ber wî bayî ketin ku bêtirin wan li ser rêya îdelojîk karê rêxistiniyên xwe kirin.

Vê jî li gel hin fêdeyan, zerarên mezin ji bona karê rêxistiniyê anî ku ew kar li ser asasê îdelojiyan bû. Îdeojiyan jî pêşî li xwe vegera kurdan girt. Ango dîroka xwe fêr nebûn. Rêya çareseriya azadiya gelê xwe tenha di îdeolojiyan de dîtin ku ew jî şaş bû.

Ji ber ku di xeta sosyalîzmê de serok û rêvebir her tişt bûn. Loma jî her ku çû di nava kurdan de jî ev xet xurt bû. Ev xet hêjî di nava tevger û partiyên kurdistanî de xurt e.

Loma jî ji bona yekitî û bi hevre karkirina nava partiyê siyasî tenha serok û rêvebir bêtir xwedî maf in ku ew dibin xwedî biryar. Yanî ji bona gavên weha asasî bi endamên xwe re vê  munaqeşe nakin, fikir û ramanên wan nagirin. Loma jî yekitiya nava kurdan pêk nayê.

Ji ber vê ye ku heta niha em negihiştine qonaxa ku em bi hevre yekitiyeke çawa damezrînin. Dema tenha xwediyê biryaran serok û rêvebir bin, di biryareke weha de ew daxwaza me û ya gelê me jî pêk nayê û nehatiye.

Ji ber vê, heger em dixwazin yekitiyeke bi hêz, xurt û li ser xeta neteweyî pêk bînin, divê ciwanên partiyên Kurdistanî li gel hev bidin û bistînin. Li gel hev li ser vê kêşeya yekitiyê rawestin û bibin xwedî biryar ku çima em nikarin yekitiyeke netweyî bi hevre damezrînin?

Heta ku endamên rêxistinên kurdistanî yên ciwan li gel hev nedin û nestînin. Heta ku bi hevre munaqeşe û gengeşeya yekitiya partiyên Kurdistanê ya li ser xeta neweyî nekin, em ê nebin xwedî rêxistineke sîwan ku behsa wê tê kirin. Loma divê endamên ciwan yên partiyên Kurdistanî bi hevre dest bavêjin vê kêşeya ku bi salan e nehatiye çareser kirin. Çi demê ew dest bidin hev û her hin ji wan zorê bidin serok û rêberên xwe, ev dê di demek kinde bê çareserkirin.

Ji ber ku ciwan pêşevanên miletekî, rêber û serkêşên welatê xwe ne. Loma divê ciwanên hemî partiyên Kurdistanî bi erka xwe ve rabin, kêşeya yekitiya nava mala kurd ew bi xwe çareser bikin. Heger li benda me sal mezinan bin, ewên jî weke me bi hesreta yekitiya nava mala gelê kurd bijîn û wenda bibin…

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:57