Civîna PDK û YNKê a li gel Yekgirtûyê bi dawî bû

Civîna lijneya PDK û YNKê a li gel Yekgirtûyê bi dawî hat.

3 Avrêl 2017 - 08:31
3 Avrêl 2017 - 08:31
 0
Civîna PDK û YNKê a li gel Yekgirtûyê bi dawî bû

Îro lijneyek hevbeş a PDKê û YNKê bi armanca gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûnê û çareserkirina pirsigirêkên Herêma Kurdistanê li gel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya. Mijara sereke û girîng a civînê jî referanduma serxwebûnê bû.

Piştî civînê Serokê Encûmena Cibicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî diyar kir ku di civînê de wan li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê kirine û diyar kir ku ew piştevaniya referandum û encamên wê dikin. Tê payîn ku heman şande serdana Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) jî bike.

Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herdu polîtburoyên PDK) û YNê li ser mijara referandûm û serxwebûnê civiyabû.

Ev nûçe bi tevahî 1147 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:49