Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa PDK-Syê kir

Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) kir.

1 Adar 2024 - 06:46
1 Adar 2024 - 06:46
 0
Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa PDK-Syê kir

Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) kir.

Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatine ragihand, di encama êrişê de kelûpelên li ofîsê hatine têkdan û şikandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji ajansa Rûdawê re ragihand, “Êriş ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye kirin û navenda me hatiye şewitandin.”

Herwiha Oso da zanîn ku di erişa Ciwanên Şoreşger de gelek kes birîndar bûne ziyan gihîştiye gelek otomobîlan.

Heta niha Rêveberiya Xweser li ser bûyerê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 856 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:58:46