Bijî CHP(!)

24 Mijdar 2025 - 18:02
24 Mijdar 2025 - 18:02
 0
Bijî CHP(!)

CHP partiya damezrandina Tirkiyê ye û xwediyê wê ye jî. Avakirina tirkiyê bi rê û rêvbazên Kemalîzmê hatiye damazrandin.

Kemalîzm jî di serî de dijminê miletê Kurd û hemî kêmneteweyên li ser wî erdî dijîn e. Ji ber ku tirk ango yên ne tirk û xwe ji tirkan bêtir tirk dîtinin û dibînin, nijadperestên herî mezin û dijminê mirovantiyê bi xwe ne.

Ew kesên dewşîrme ji bona xwe bidin îspatkirin ku ew tirkê esîl e. Dest bi qirkirina gelê xwe û gelên din dikirin ku ew weke tirkekî xwediyê tirkiyê bêne nasîn.

Ji xwe Armanca Kemalîzmê bi serê xwe tunekirin an jî ji bona bibin tirk, wêranî, qirkirin û kuştin anîn serê hemî kêm neteweyan. Heta ku wan êdî tirkbûn qebûl kirin. Desthilatên ku ji nava wan kêm neteweyên derketin, bûne agir û xwestin, hemî kurdan bikujin an kurd jî weke wan bibin tirkê baş.

Di vê tekoşîn û wêraniyê de Kemalîzm, her çiqasî, wêranî, xerabî, komkujî anîn serê kurdan jî, nikarîbûn biqedînin. Piştî ku êdî rewşa cîhanê jî hate guherandin, ango êdî rê li ber komkujiyan hate girtin, Kemalîzmê û xwediyê wê CHP jî nema karîbûn weke berê komkujiyan bikin.

Ji ber vê, wan xwestin tunebûna Kurdan, bi avakirina partiyek kurd lê rişma wê di destê wan de ava kirin. Li ser destê wê wêranî û kuştinên xwe berdewam bikin û kirin.

Çar hezar gundên kurdistanê li ser destê wê partiya ku wan damezrandibûn, hatin valakirin, bi milyonan kurd mecbûrî koçkirina nava xwe kirin ku cografiya Kurdistanê biguherin. Li gor min nêvî bi nêvî bi ser jî ketin. Ev meseleyeke dirêj û bi serê xwe babateke.

Em vegerên, çima CHP tu kesekî xwe neşandin Îmraliyê? Ji ber ku dema me re bi hêrs rabe bi zerarê rûdinê. Meseleta CHP ku tu kesek neşand îmraliyê ev bû. Loma jî MHP DEM û AKP bi şedet li dij CHP ne.

Gelo fêda kurdan di vê neçûna CHP ya Îmraliyê çi bû? Ji ber dewleta ku niha di destê MHP û AKP deye. Xwestin ku bi biryareke hevbeş herin îmraliyê da ku Evdila di qada navneteweyî de weke serok û temsîla kurdan, tenha ew be û em jî weke dewlet pêre rêdinin, bû. Yanî xwestin rê vekin ku kurd çi dixwazin dê bidin.

Dixwazin bidin diyarkirin ku vaye em li gel berpirsê kurdan rûdinên û  wî guhdarî bikin ku bê ka ew çi dixwazî. Ji xwe xwestina Evdila diyare ku kurd bibin tirk. Loma jî divê tu mafan naxwazin. Meseleye çûna îmraliyê û hevdîtinên li gel Evdila ji vê pêve ne tiştekî din e. Lê mixabin hin kurd vê şaş dibînin û dixwînin. Vê ji tunebûna xwe bêtir weke çareseriyekê dibînin.

Heger CHP jî çûbaya îmraliyê wê gavê dê peymana bi Evdila re bihate misogerkirin. Yanî wê desthilata tirk li cîhanê û di nava kurd û tirkan de belav bikirana ku dewletê û serokê kurdan li hev kirin ku êdî tirk û kurd bi hevre bijîn.  Ev ê jî bibe ser sedema ku kurd û tirk êdî yek miletin. Xwedî yek al û sirûdekêne. Kurt û kurmancî înkarkirina kurdan bi xwe ye.

Ji xwe bratiya tirk û kurdan li ser destê DEMê destpêkiriye. Di civînên xwe yên niha de ala tirkan darvedikin û civîna xwe bi sirûda nîjadperest ya tirkan vedikin. Yanî projeya tirkbûna kurdan hatiye destpêkirin.

Ji ber vê spasî CHP dikim ku, dibe ku cara ewile CHP ji ber nakokiyên nava xwe û desthilatê endamên xwe neşandin Îmraliyê. Ev jî di fêda kurdan de ye…

Neçûyina CHP ya îmraliyê, di demên pêşde ev ê ji kurdan re bibe rehetî ku mafê xwe ê rewa biparêzin. Ji ber ku di vê peymana ango neçûyina CHP ya îmraliyê de xwediyê dewletê ango CHP tuneye û ev nabe weke dewletê payman li gel serokê kurdan(!) pêk anîne..

Ji alîkî din de jî heger muxalefeta kurdan xurt bibe, ew jî dikarin bi rehetî doz û mafê gelê xwe bikin ku ew jî neçûna îmraliyê. Yên li ser navê kurdan çûne jî temsîla kurdan û tirkan  nake. Ji bona pêşerojê ev ji bona me kurdan baş e. Bi şaşî jî be CHP biryareke baş girtine.

Ji ber vê ye ku spasî CHP dikim ku wan pêşî li peymana nava tirk û kurd girt. Heger wan jî endamên xwe şandibana îmraliyê wê ev peyman heta sed salên din hatiba qebûlkirin ku êdî zehmet bû kurd weke niha li dij peymana Lozanê derdikevin, li dij vê jî derkevin.

Hêrsa AKP,DEM û MHP ji ber vêye ku li hember CHP bûne agir. Yanî ew dizanin ku neçûyina CHP ya îmraliyê, dê tirkbûna kurd neyê misogerkirin.

Loma vê helwesta CHP de divê kurd wê biparêzin û spasî wê bike ku wan tu endamên xwe neşandin îmraliyê. Ev jî ji bona me kurdan baş bû ku peymaneke bi Evdila re dê ne zêde domdar be.

Divê kurd li gel partiyên xwe yên Kurdistanî vê baş bibînin û bixwînin. Divê hay ji xwe hebin ku ew jî neyên lîsikên Evdila û AKP, MHP’ DEMê. Divê kurd bizanibin xwediyê dewleta tirk CHPya ku li ser qirkirina kurdan hatiye damezrandinê ye.

Heger kurd bibin xwedî muxalefeteke xurt, wê ev peymana çûna Îmraliyê têk here. Divê partiyên Kurdistanî destên xwe zû bigirin û yekitiya nava xwe ava bikin.

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
278 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:50:07