Partîye Fermî û Xebate Netewperwer Çîye?

Partî :Jibon çareserîyê pisgirêkê mirov,Gel û Jîyanê ku çareser bún werê cem hevdû bûne şexsê avakirine dezgeh û hêz û rêxistine.

20 Sibat 2019 - 04:43
20 Sibat 2019 - 04:43
 0
Partîye Fermî û Xebate Netewperwer Çîye?

Partîyê fermî,

Partîyê ne yasayî.

Partîyê ne yasayî qedexeye û veşartî di xebitîn.

Partîyê fermî û yasayî heşkere û ligor Destûr û yasa xebate xwe pêk tênin.

Her partî beş û destûre wê heye û ligor beş û destûre xwe xebate xwe dikê. Di nav beş û xalê partîyekê girêdan jî heye û cûda bûn jî, lê her bîryarê xwe ligor destur û projê xwe didin û wek sir hene ku hinek ji bîryare parve nabin.

Di warê maf û hiquqde ên partî û dezgeh tim li pêş têne girtin û endam û xebatkarê partîyê mecburen ligor desturê bi meşin û xebat bikin.Her endam û berpisiyar nikarê ligor xwe name,peyam liser medya û bi raye giştî re bidê û parve bikê.

Li war û Gelê bindest fahm kirin hinekî bê taqete û di warê sîyaseta netew û fermî de zahmetî pirtirin û bi taybetî li Bakur û Rojhelate Navîn de ev bi serê xwe pisgirêke.

Wek mîne dema mirov bêjê Tirkye,Iraq, Surye, Îran gelek partî hene ku projê ne rast pêk tênin û têk diçin.Lê hinek partî hene du şeklê xebatê ji alîyê endam û mesulê wade tevlî hevdû dikin û astengî giran dibê û pisgirêk zêde dibin...

Sîyasete fermî xweşe ku mirov fahm bikê û xwedî proje bê. Hinek şexis dema di xebitin bêjewendîyê xweyî şexsî derdixine pêş û piştre alozî pêk tê. Nikarê ser bikevê, piştre gazine ji hinek dîtir û an jî, ji partîyê dikê, nikarê bibê rêber ,astengîye derdixê û dikevê şaşîtîyê mezin.Gelek gazinoke û gelekî rexna tênê, lê dema gunehê wî têne ser ziman neyartîyê dikê û anjî ji xebatê di revê, ev nexweşîye û bi taybetî li Bakur pire.

Endam û berpisîyare lê dezgeh û desture xwe nasnakê û nizanê. Dema têk diçê dibê gazinokvan. Ligor şert û merva proje amede nakê û ji teknîk fahm nakê, lê bi ziman mîne Eflatun û Bebele ..

Dema zor lê tê, J.Stalîno û Saddam derbas dikê. Endamê serpêhatî û xebat kâr tehemûl nakê û mahnekê ji ku bînê dixê astengî û dibê bar jibon xwe û partîye xwere..Qozmopolît û oportunîste, lê tim qomlovan û acizwarîye. Gelek metaqgoke û liser soz û peymanê xwe ne realîste. Ne xetê partîyê ên sor nasdikê ,ne sînor jêre heye ev jî dîyare ku amatorê sîyaseta Netewperwere.

Divabê partî di her warîde tedbîr bistînê û perwerde bûnê bi xurtayî pêk bînê. .Dema ev xebat nebê di her warîde pisgirêk zêde dibin û endamê partîyê disipline nabin û xebat seqet dimînê û partî biser nakevê. ..

3375 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:50:53